Operasyonên qirkirina siyasî li Ewropayê tê protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser HDP’ê li Bern, Zurîh û Solothûrn ên Swîsreyê û bajarê Ûlm a Elmanyayê hatin protestokirin.

BERN

Di çarçoveya Greva Avhewaya Gerdûnî li bajarê Bern ên Swîsreyê bi çalakiyekê yekbûyên Yekîtiya Hêza Demokratîk operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin.

SOLOTHÛN

Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajarê Solothûrnê hatin ba hev operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin û pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin silav kirin.

ZÛRÎH

Bi pêşengtiya Yekîtiya Hêza Demokratîk li bajarê Zurîh ê Swîreyê li pêşiya sefaretxaneya Tirk mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku tevlî çalakiyên navendî yên sibe bê kirin, bibin.

ÛLM

Li ser banga tevgera Frîday For Fûtûre, îro hemû derdorparêz ên cîhanê di 6’emîn Greva Avhewaya Gerdûnî de daketin qadan. Di çalakiya li Ûlmê hate kirin, aktivîstên HDP’î yên dowîz rakirin bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî.

Çalakiya tevî baranê jî dom kir aktivîstên AGÎG, ATÎF, DÎDF û DHP’î tevlî bûn.

Di çalakiyê de bi dowîzên hatin hildan bal kişandin ser zext û operasyonên li ser HDP’ê û şoreşgerên Tirk hatin.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê li hemû çalakiyên piştevaniya bi HDP’ê re bên kirin, bibin. Bang kirin ku tevlî çalakiya 29’ê Îlonê ku li navenda bajar bê kirin bibin.