BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê di hefteya 627'an de ye

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê tê lidarxistin, di hefteya 627'an de bi koma ji Frankfûrtê dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, ji sala 2012'an û vir ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, li qadeke nêzî saziyên rêveberiyê yên Yekîtiya Ewropayê bênavber dewam dike.

Çalakî di hefteya 627'an de bi komeke nû dewam dike. Koma nû ji Yilmaz Şekerlî, Metîn Arslan, Gabar Ronî û Esîr Akkûrt pêk tê ku ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûn.

Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî, bi taybetî jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hate kirin ku tevlî êşkenceya tecrîdê ya li Îmraliyê nebin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê rêya çareseriyê ye, lewma jî hate xwestin, dawî li tecrîdê bê anîn.