HPG: Bi amûrên hewayî 4 çalakî hatin lidarxistin

HPG’ê ragihand ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, wesayîteke bi zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cepxaneya ayîdê dagirkeran, hatin îmhakirin.

ÇALAKIYÊN HEWAYÎ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Ji bo bîranîna fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Mûş ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê ye û fermandariya Tabûra Nemiran û Eyaleta Amedê kiriye, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş hate avakirin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî 4 çalakiyên cuda lidar xistin.

Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş 4’ê Tîrmeha 2024’an dagirkerên ku xwestin li qada Sergelê bi cih bibin kir hedef, 2 caran dagirkerên ku li hev kom bûne, carekê wesayîta zirxî ya tîpa Kîrpî û carekê jî cepxaneya ayîdê dagirkeran ji hewayî ve lêxist. Di 4 çalakiyên hewayî yên ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve hatîn lidarxistin de, bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cepxaneya ayîdê dagirkeran hatin îmhakirin.”