Hin cerdevanên ku nexwestin biçin Efrînê, îstîfa kirin

Li bajarê Kurdan Efrînê ya ku ji sala 2018’an ve dagirkirî ye, protestoyên li dijî dewleta Tirk dewam dikin. Hin cerdevanên ku nexwestin biçin Efrînê, îstîfa kirin.

Li Tirkiyeyê li dijî penaberên Sûriyeyê êrişên nijadperest pêk hatin. Li Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li dijî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyê lidar xistin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, ji hin cerdevanan ji navçeya Hezroya Amedê re agahî hatiye ku derbasî Efrînê bibin.

Cerdevanên bi navê H.D., M.B., H.P., C.P. û H.C. destnîşan kirin ku ew naxwazin derbasî Efrînê bibin û îstîfa kirin. Piştre hat gotin ku cerdevan H.P û C.P. îstîfayên xwe paş de kişandine.