Ji bo nûkirina 650 kursiyên li Kamara Avamê bang li nêzî 46 mîlyon hilbijêrî hat kirin ku biçin ser sindoqan. Mirov ferqa serketina Partiya Karkeran û têkçûna serokwezîr Rishî Sunak meraq dikin.
Anket nîşan didin ku Karker ji sedî 40, Mûxafazakar ji sedî 22, Partiya Reformê ya neteweperest ji sedî 16 û Demokratên Lîberal ên navendparêz jî di asta ji sedî 10 de ne.
Li gorî anketa dawî ya YouGov, Partiya Karkeran wê 431 parlamenter û mûxafazakar jî wê karibin 102 parlamenteran derxînin.
Ji sala 2010’an û vir ve ji ber şewba Covîd, Brexît, buhbûn, pirsgirêkên nexweşxanê, xizanî û guherîna wezîran qrîz mezinbûn û li dijî mûhafezakaran nerazîbûnên cidî çêbûn.
Eger pêşketineke dramatîk rû nede parazerê mafê mirovan ê 61 salî Keîr Starmer wê derbasî desthilatariyê bibe.