BI DÎMEN

Jinên ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi rêzeçalakiyan kirin

Jinên ciwan bi vekirina standa li Qada Clebert a Strasbûrgê dest bi çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakiyên jinên ciwan wê heta 7'ê Tîrmehê bidomin.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Endamên Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” rêzeçalakiyên ku wê heta 7’ê Tîrmehê bidomin dan destpêkirin.

Rêzeçalakiyên ku di bin navê “Rêwîtiya Azadiyê” de hatin destpêkirin de çalakvanan tîşortên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hebûn li xwe kirin. Çalakvanan li Qada Kleber û li ber stasyona trenê ya navendî ya Strasbûrgê standên bi pirtûkên Abdullah Ocalan vekirin. Jinên ku di navbera standan de digeriyan, tecrîda li Îmraliyê ji rêwiyan re vegotin û bi Kurdî û Îngilîzî daxuyanî dan. Daxuyaniya bi Kurdî li ser navê TekoJIN’ê Roj Azad û Îngilîzî jî Elisa Ginzbûrg dan.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku hêzên komploger ji bo armancên xwe civakan kirine qurbanî û hat destnîşankirin ku 40 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan ê xwediyê paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku azadiya civakan armanc dike nayê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên ciwan wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim di nava çalakiyan de bin û wiha domand: “Bi çalakiya ku îro dest pê kir, em radigihînin ku bi îradeyeke mezintir em ê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin."

Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Zap Avaşîn Metîna-Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin. Di dawiyê de govend gerandin.