Baroya Parîsê binpêkirina mafên parastinê yên girtiyên li Îmraliyê şermezar kir

Baroya Parîsê nameya protestoyî ji Wezareya Edaletê ya Tirk re şand û astengkirina mafê parastinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê şermezar kir.

PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Baroya Parîsê têkîldarî astengkirina mafên parastinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Baroyê diyar kir ku wan di 25’ê Hezîranê de ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Rezan Sarica qebûl kirine û wiha gotin: “Baroya Parîsê ku ji aliyê alîkarê serokê berê Vîncent Nîore ve tê temsîlkirin, di 25’ê Hezîrana 2024’an de bi amedebûna hempîşeyên me Françoîs Devedjian û Davîd Andîc, hempîşeyê me parêzer Rezan Sarica qebûl kir.

JI WEZARETA EDALETÊ YA TIRK RE NAMEYA PROTESTOYÎ HAT ŞANDIN

Serdana dawî ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Bi 3 girtiyên din re ji sala 2015’an ve tu hevdîtin nehatiye kirin. Bi giştî 8 parêzerên parastinê nekarîn bi awayekî fîzîkî, bi telefonê an jî bi rêya nivîskî bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hempîşeyên me ji bo protestokirina van êrîşên ku li dijî mafên parastinê, azadiyên bingehîn û rûmeta mirov e, ji Wezreta Edaletê ya Tirk re nameya protestoyî şandin. Baroya Parîsê ji rewşa çar girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi fikar in, tevlî protestoya parêzerên parastinê yên girtiyan bû.”