HEVPEYVÎN

Nivîskarê Xelatgir Wilson: Lîdertiya Abdullah Ocalan ji cîhanê re peyameke girîng e

Nivîskarê xêze romana bi navê ‘Azadî wê bi ser bikeve-Bi xêzikan jiyana Abdullah Ocalan’ Sean Michael Wilson got: “Lîdertiya Abdullah Ocalan ji hemû cîhanê re peyameke girîng e. Divê ew azad bibe.”

‘AZADÎ WÊ BI SER BIKEVE’

Nivîskarê Îskoç Sean Wilson ku 45 xêze romanên wî hene, derbarê kesên weke Jeremy Corbyn, Noam Chomsky, Mahatma Gandhi û Nelson Mandela jî nivîsandiye. Lê belê cara ewilî, beriya 3 salan li Londonê di dema nasandina pirtûka xêze romana bi navê Fight the Power! a Jeremy Corbyn de, dosta Kurd a 40 salan û damezrînera Peace In Kurdistan Estella Schmid nas dike. Ev nasîn wî ber bi pêvajoya nivîsandina xêze romana têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dibe.

Xêzikên pirtûka bi navê ‘Azadî wê bi ser bikeve-Bi xêzikan jiyana Abdullah Ocalan’ a ji aliyê Nivîskar Wilson ve hatî nivîsandin, ji aliyê karîkaturîstê Kurd ê bi navê Keko ve tê xêzkirin.

Piştî weşanên Tirkî, Kurdî û Elmanî yên pirtûkê, bi Îngilizî jî hate çapkirin. Sean Wilson ê ku ji bo civînên nasandinê hate Îngilistanê, hem têkildarî eleqeya li xêze romanê û hem jî Abdullah Ocalan bandoreke çawa li jiyana wî kiriye, ji ANF’ê re axivî.

Em ji xêze romana we ya bi navê Freedom Shall Prevail (Azadî wê bi ser bikeve) destpê bikin…

Di rastiyê de fikra destpêkê ji Estella Schmid hat. Wê got, ev pir girîng e. Wê demê pirtûka bi navê “The Many, Not The Few” hebû. Bi taybetî xebateke têkildarî polîtîkayên Partiya Karkeran a Îngilistan, têkoşîna wê ya dîrokî û tevgerên civakî ye. Pirtûk, bi taybetî di dema lîdertiya Jeremy Corbyn de polîtîkayên Partiya Karker û bersivên civakî yên ji van polîtîkyan re tên dayîn, digire nava xwe.

Dema me pirtûka bi navê “The Many, Not The Few” qedand, niha nayê bîra min ka kê ev fikir pêşniyar kir. Min pêşniyar kir? Yan Estella? Ez nizanim. Lê yekê got: “Em çima ji bo Kurdan tiştekî nakin.” Di rastiyê de di nava agahiyên sendîkayên li Îngilistanê de, min dît ku piştgiriyê didin gelê Kurd. Ev jî hinek beşê pirtûkê de cih digire. Piştre bi rengekî yekê got: “Em dikarin li ser Ocalan û gelê Kurd tiştekî bikin.”

Ji Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Heider Reimer got, “Erê, wê baş be.” Reimer jî ji xêze romanan hez dike. Lewma her tişt pir bilez pêş ket. Carna projeyeke afirîner dikare salan bigire, lê di vê rewşê de di nava du hefteyan de destpê kir. Yanî her tişt têra xwe hêsan bû.

‘XWÎNERÊ ÎNGILIZ JÎ HEYE ÎRANÎ JÎ…’

Wergerî gelek zimanan hate kirin û hûn jî ji bo nasandina pirtûkê tevlî van danasînan bûn. Gelo hûn eleqeyeke çawa dibînin? Mesele hûn helwestên çawa ji mirovên ku cara ewilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîstine, digirin?

Berê li vir, Îngilîzek anarşîst hebû; got ew bi taybetî ji bo vê pirtûkê hatiye semînerê. Her wiha yekê din Îranî hebû, ewî jî bi rengekî pirtûk bihîstibû. Piranî min helwesteke erênî wergirt.

‘NIFŞÊ NÛ WÊ HÎN BAŞTIR FÊM BIKE’

Ji bo Kurdan xêze roman pir nû ne…

Nifşê nû zêde pirtûk naxwîne. Xêze roman hîn zêdetir tên bikaranîn. Ev jî ji bo gihandina nifşê nû, amûreke nû ye. Îro li Rojava ev xêze roman ji bo zarokan ketiye nava pirtûkên waneyan de. Û li gorî min nifşê niha wê Tevgera Kurd û Abdullah Ocalan hîn baştir nas bike.

‘BI PROJEYA XWE RE MIN XWE HÎN BÊHTIR NÊZÎ GELÊ KURD HÎS KIR’

Gelo çima Rêberê Gelê Kurd û Kurdan bala we kişand û çima we Abdullah Ocalan hilbijart, çima tevlî vê projeyê bûn?

Wisa ku, dema ev fikir derketî holê, min derbarê Ocalan dest bi fêrbûnê kir. Ji ber ku heta wê demê hema bêje min tiştek nedizanî. Dema têkildarî meseleya Kurd min agahî wergirt, min demildest dît ku ev dikeve nava qada min a eleqederiyê. Ji ber ku ev têkildarî xebata mirovan a avakirina civakeke demokratîk e. Her wiha gelê Kurd pir dilnizm û mêhvanperwer nêzî min bûn, ji ber ku min pirtûkek wiha amade kir spasiya min kirin. Vê yekê jî ez hîn bêhtir nêzî meseleya gelê Kurd kirim.

Lê belê li gorî min, xaleke pir girîng heye: Ev rewş, ji xwe li gorî meyzandinên min ên siyasî bû; Ez dijberê kapîtalîzmê me û xwedî nêrîneke li gorî konfederalîzma demokratîk û felsefeya anarşîst im. Li gorî min, bi rastî ev ji bo ber bi civakeke baş ve çûyînê, rêyeke pir baş e. Bawerim sedemê wê ev e…

‘TIŞTÊN KU DI ZAROKATIYA XWE DE JIYAN KIRINE, VEGUHERANDIYE PARADÎGMAYÊ’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi bandor li we kir?

Têkildarî Ocalan ez dibêjim du tişt hene û her kes jixwe van dizane: Êşa wî ya şexsî, têkoşîna wî ya şexsî, lê belkû jî ji vê hîn girîngtir, mîna gelek kesên di dîrokê de ev armanca demokratîk ne veguherand dîktatoriyê yan jî çêkereke zextkar. Ev, pir girîng e. Wisa dixuyê ku Ocalan vê yekê fêm dike û dixwaze demokratîk biîne. Ev, ji bo cîhanê peyameke girîng e.

Di jiyana wî de, tişta herî zêde we bandor dike çiye?

Di destpêka pirtûkê de zarokatiya Ocalan tê vegotin. Em di vê pirtûkê de diçin zarokatiya ocalan. Abdullah Ocalan tiştên di zarokatiya xwe de jiyan kirine, vediguherîne paradîgmaya îro û felsefeyê. Hîna dema 7 salî tecrubeya xwe ya bi du zarokên Kurd re jiyan kirî û stratejiya xwe, bi vê têkîliyê pêş dixe. Stratejiya ku ji hevrikiyên bi zarokên Kurd re pêş xistî, di demê pêş de tevlî têkoşînê dike. Di nava gelan de tecrubeya jiyanê heye û konfederalîzma demokratîk wiha şikil digire. Hûn ê bibînin ku tecrubeya jiyan kirî, di paradîgmaya konfederalîzma demokratîk de jiyanî kiriye.

Dîsa Abdullah Ocalan di zarokatiya xwe de tundiya li ser jinê û tunehesibandinê dîtiye, newekhevî û zexta li hemberî jinê dîtiye û ev yek jî di demê pêş de dibe bingehê avakirina têkoşîna rizgariya jinê. Ev pir bandorker bû. Dibe me tecrubeyên jiyanê yên Abdullah Ocalan xwendibin, lê belê di xêze romanê de mîna ku em dijîn, hîs dikin.

NE XWE, GEL DIFIKIRE

Li gorî we fikrên Rêberê Gelê Kurd dikarê şer, pêvçûn û tundiyên Rojhilata Navîn re bibe çareserî?

Rast e, di vir de du xal hene. Heger em wek, “gelo fikrên Ocalan sudewar û bi pratik in?” bipirsin, teqez wê bersiva vê pirse erê be. Li gel vê, “eceba wê destûra pêkanîna van fikran bê dayîn?” were pirsîn îhtîmalek mezin wê bersiv “na” be. Lewre di 200 salên dawî de her tevgerê ku hewl daye pergalek ji kapîtalîzmê baştir ava bike, her ji aliyê hêzêkê ve hatiye astengkirin û têne bi astengkirinê re jî bisînor nemaye di heman deme de lêdide jî. Ji lewra di vir de ya girîng ne pêkhatin û pêknehatina fikran nîne. Ya girîng eceba ji bo pêkanînê derfet were dayîn an na ye.

Ev du xalên ji hev cuda ne. Bi ya min ev fikir dikarin werin pêkanîn û ev girîng e jî. Lewre mirovên ku li Brîtanya, Tirkiyê û gelek deverên cihanê jiyan dikin wisa bawerin ku tu qad ji kapîtalîzmê re bibe alternatif nîne. Ev şaş e. Qadek wiha heye. Em dikarin vê biafirînin. Em ê vê qadê ava bikin. Lê belê hin komên bi hêz hene ku naxwazin em vê bicerîbinîn. Zehmetî ev e. Heger em bikarin vê astengiyê derbas bikin, dikarin van fikran bixin meriyetê.

Niha ji Rêberê Gelê Kurd agahiyî nayê girtin û di asta cihanî de wê bi mîlyonan mirov ji bo azadiya wî derkevin kolanan. Di salvegera Komployê de hûn dixwazin çi bêjin?

Pêwîste Abdullah Ocalan were berdan. Dema behsa Nelson Mandela tê kirin pêywendî ya wî bi Ocalan re tê çêkirin. Berdana wî bi temamî gengaz e. Lê belê Ocalan bi xwe wê bêje azadiya gelê Kurd ji azadiya wî girîngtir e. Ev her du tişt hev û du re girêdayîne.

DI DERBARÊ XÊZE ROMANÊ DE

Xêze romanê ku navê wî yê resen, “Freedom shall prevail the struggle of Abdullah Öcalan and the Kurdish people” e, destpêkê Kurdî, Elmanî û Tirkî hatiye weşandin. Di van rojan de çepa wî ya Îngîlîzî jî gihîşt destê xwendewanan. Edîtora pirtûkê Însîyatîfa Navnetewî ya Aşitiyê ya li Kurdistanê û ji Abdullah Ocalan re azadî kir. Ji bo pirtûkê fikra esasî ji aliyê Estella Schmîd a ku li Londonê jiyan dike re hatiye pêşxistin. Nivîskarê pirtûka xêze romanê jî xelatgirê bi nav û deng Sean Mîchael Wîlsonê ku bi eslê xwe Îskoç e. Xetên pirtûkê jî ji aliyê Kurdê bi navê Keko yê ku li Spanyayê dijî ve hatiye çêkirin.

Xêzê roman ji du beşan pêk tê. di beşa yekemin de zarokatî û jiyana Abdulla Ocalan, di beşa duyemîn de jî paradigmaya “Konfederalîzma Demokratîk” û Şoreşa Rojava cih digire. Vêgotarê xêze romanê jî Estella Schmîd a ku ev 40 sal in di nav têkoşîna azadiya Kurd de cih digire ye. Estella di heman dem de nav heyeta ku 1991’an bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtîn kir cih digire. Ji wê dîrokê şûn de pêşengiya projeyê “ji bo Kurdistanê aştî” dike û bênavber xebatên xwe didomîne.