Newroz li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurdên li Rûsyayê tevî dostên xwe li Moskowayê cejna Newrozê pîroz kirin.

Li paytexta Rûsya Moskowayê li salona konserê ya Ostankîno şahiyek hate lidarxistin. Kurdan tevî dostên xwe cejna Newrozê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de Serokê Otonomiya Çandî Neteweyî ya Federal a Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev, Endama Tevgera Jinên Kurd a Civakî ya Herêman Kurdistan Lezgiyeva û Nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Bênav axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê bi Newrozê da destpêkirin û bi saya vê têkoşînê Kurd bûne xwedî nasnameya xwe.

Pîrozbahî bi beşdariya Koma Kurdistan, Mesûd Med, Leyla Mîkoyan, Sare Haciyeva û koma govendê ya Rûken pêk hat.

Beşdaran heta derengiya şevê li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.