Li Kolnê ji bo Kaytan û Altûn merasîma sersaxiyê

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma sersaxiyê hate danîn.

PKK’ê bi biryarên kongreyê re şehadeta kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn eşkere kir û kongreya 12’emîn diyarî van her du şehîdan kir.

Piştî şehadet hate eşkerekirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Koln ê Elmanyayê li ser navê malbata her du kadroyên pêşeng merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Xwişkên Alî Haydar Kaytan, Selma û Ferîde Kaytan û xwişka Riza Altûn Zohre Altûn sersaxiyan li ser navê malbatê qebûl dikin.

Salona merasîmê bi wêneyên Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate tejîkirin û ala PKK’ê li salonê hate daliqandin. Kurdistaniyan berê xwe dan salona merasîmê.

Hevrêyên têkoşînê yên kadroyên pêşeng, hevserokên KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Engîn Sever, nûnerên Saziya Kurd a Demokratîk û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Sersaxî wê heya 18’ê Gulanê roja Şemiyê her roj di navbera saet 15.00 û 19.00’an de li navnîşana Zehntstraße 7-11, 51065 Koln were qebûlkirin.

Piştî pêvajoya merasîma sersaxiyê wê di 18’ê Gulanê li ser têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke bîranînê ya girseyî bê lidarxistin.