Muxalefeta Macar li hemberî Orban bû yek

Muxalefeta Macaristanê, ji bo hilbijartinên 2022'an li dijî hikumeta Vîktor Orban ku bi otorîteriyê tê rexnekirin, yekemcar eniyeke hevpar ava kir.

Pêkhateyên ekolojîst, sosyalîst, lîberal û çep a radîkal roja Yekşemê deklarasyoneke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew soza aramî û azadiyê didin neteweyê.

Piştî ku serwerîperest Vîktor Orban di sala 2010'an de bû desthilatdar, partiyên muxalefetê hemû yekemcar bi rêya sîstema pêşhilbijartinê li dijî Serokwezîr li hev kom bûn.

Partiyan di asta neteweyî de li ser lîsteyekê û li herêmên hilbijartinê yên cuda jî li ser namzetekê/î li hev kirin.

Vîktor Orban ji aliyê rêxistinên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê ve bi têkbirina serxwebûna dadgeriyê tê sûcdarkirin. Macaristan sala 2004'an bû endamê Yekîtiya Ewropayê. Muxalefetê sala 2019'an karîbû paytext Bûdapeşteyê bi dest bixe.

Li gorî anketekê ku roja Çarşemê ji aliyê Enstîtuya Medîanê ve hate weşandin, ji sedî 41 ê hilbijêran dixwaze di hilbijartina bê de dengê xwe bidin muxalefetê, Ji sedî 39 ê hilbijêran jî diyar kirin ku ew ê deng bidin partiya Vîktor Orban Fîdeszê.