Meşa bi hezaran a Newrozê ya li Dusseldorfê dest pê kir
Bi hezaran kesên li bajarê Dûsseldorf a Elmanyayê kom bûn, ber bi qada Newrozê dest bi meşê kirin. Polîsên Elman şewbê dike hincet û dixwaze pêşiya meşê bigire.
Bi hezaran kesên li bajarê Dûsseldorf a Elmanyayê kom bûn, ber bi qada Newrozê dest bi meşê kirin. Polîsên Elman şewbê dike hincet û dixwaze pêşiya meşê bigire.
Li bajarê Dusseldorf ê eyaleta NRW a Elmanyayê ji aliyê saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve pîrozbahiyek mezin a Newrozê hate organîzekirin. Pîrozbahî bi dirûşma ‘Bi ruhê Garê faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ dest pê kir.
Meşa ku bi hezaran Kurdistanî tevlî bû, saet 13:00’an dest pê kir. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan hatin vekirin û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin qîrkirin.
Beşdaran bi cil û bergên Kurdewarî yên renga reng meş xemilandin. Ciwanên Tirkiyeyî, Elman û sosyalîst jî cihê xwe di meşê de girtin.
Di meşê de li ber sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di meşê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî hate dayîn, berxwedêrên grevan jî hatin silavkirin.
Polîsên Elman şewba koronayê kirin hincet û xwestin ku li pêşiya meşê bibin asteng. Hevdîtina di navbera polîs û komîteya amadekar de didome.