Mam Beşîr li Liyêjê hate bibîranîn

Li bajarê Liyêj ya Belçîkayê li Komeleya Civaka Demokratîk a Kurdistanê bi merasîmekê Mam Beşîr (Hasan Dutar) hate bibîranîn.

Merasîma li Komeleya Civaka Demokratîk a Kurdistanê hate kirin bi tevlîbûna Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Belçîka Ezîz Welat axivî sersaxî ji bo malbat, dost û hemû hevalên wî re xwest. Piştre jî hevalê Mam Beşîr Akîf Garzan li ser kesayet û têkoşîna Mam Beşar axaftin kirin.

Di dewama merasîmê de li ser têkoşîn û keda Mam Beşîr sînevîzyonek hate nîşandan. Di dawiya merasîmê de xwarin hate dayîn û merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.