Elmanya û Fransayê li hev kirin: Fikarên li nava Yekîtiya Ewropayê çi ne?

Li ser piştgirya ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê yên di krîza aboriyê de ne Fransa û Elmanyayê li hev kirin. Ev lihevkirin weke nîşaneya wê yekê tê dîtin ku Berlînê dest ji helwesta xwe ya tund a li dijî welatên başûrê Ewropayê tê dîtin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi hefteyan e bi rêya vîdeo-konferansê bi hev re diaxivin û di encamê de hate ragihandin ku ji bo bidawîkirina krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 rû da wan li hev kirine. Plana ku ji bo tevahiya Ewropayê pêngaveke aboriyê ya ji 500 milyar dolarî destnîşan dike, divê ji aliyê 25 welatên din ve bê pejirandin.

Li gorî lihevkirinê divê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê heta 500 milyar Euroyî deyn bike û vî pereyî radstî sektorên aboriyê, herêm û welatan bike ku herî zêde ketine bin bandora şewba Covîd-19. Di çarçoveya plana navborî de wê fon bê avakirin, fon wê li budçeya Yekîtiya Ewropayê bê bicihkirin, piştre bê belavkirin û deyn jî wê ji aliyê yekîtiyê ve bi hevkarî bên dayin.

LIHEVKIRINA BI ELMANYAYÊ RE NÎŞAN DIDE KU GELEK PIRSGIRÊK ÇARESER BÛNE

Di navbera welatên Îtalya, Spanya, Yewnanistanê ku hîn jî bandora krîza aboriyê ya 2008'an ji ser xwe neavêtine û Elmanya û hin welatên din de mijarên lihevnekirî hebûn, lê bi vê lihevkirinê re tê gotin ku çareser bûne. Elmanyayê 26'ê Adarê di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê de nêrîna deynkirina bi hevkarî red kiribû. Hollanda, Awûstûrya û hin welatên li bakurê Ewropayê jî li ber rabû bûn.

Lê belê hîn eşkere nebûye ku deyn wê bi çi rengî bên dayin. Elmanya dixwaze welatên ku ji fonan sûdê werbigirin deyn bidin, lê belê deyn wê ne li gorî yên fonan bi kar tînin, lê di asta Yekîtiya Ewropayê de bên dayin.

Fikarên welatên bakur ên di vê mijarê de, pêşniyara di encama lihevkirina herdu welatan de pêşkêşî Komîsyona Ewropayê hate kirin dixe nava zor û zehmetiyê. Welatên başûrî Fransa, Îtalya û Spanya dixwzin ev pere weke 'bexşê' bê dayin, lê belê welatên bakur naxwazin ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo krediyên neyên vegerandin xwe hîn bêhtir bixe bin deynan.

Parlamenta Ewropa jî dixwaze fonên zêde weke 'bexşê' bên dayin û tevdîrên aboriyê hemû bigihêje 2 trîlyon Euroyî. Parlamenta Ewropa wê paketa tevdîra aboriyê ya berevajî vê yekê wê red bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewropa wê paketa ku bi van pêşniyaran re amade bike di 27'ê Gulanê de eşkere bike.

Li aliyê din xurtkirina hevkariya li qada tenduristiyê ku bi pêşniyara Fransayê kete rojevê, yek ji wan pîvanan e ku ji aliyê Elmanyayê ve hatiye pejirandin.

Pêşniyara ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa di 27'ê Gulanê de bike çi nêzî metna lihevkirinê ya Elman-Fransiyan be çi jî pêşniyareke cuda be, neçar e hem ji aliyê welatên endam ve hem jî ji aliyê Parlamenta Ewropayê ve bê pejirandin. Ev yek jî dibe sedem ku fikara 'têkoşîna li dijî krîzê bi derengî bikeve' rû bide.