Li Wormsê ji bo berxwedana Heftanînê çalakî kirin

Li Wormsa Elmanyayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava û Heftanînê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya li ber HBF’a li Wormsê bi tevlîbûna Kurdistanî û hinek dostên wan ên Elman hate lidarxistin. Çalakiya bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî, ji nûnerên Meclîsa Gel Xalîs Dogan axivî û diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li Rojava û Başurê Kurdistanê mirovan qetil dikin.

Dr. Michael Wilk ê ku bi çendîn car çûyî Rojava axavî û diyar kir ku ji 2014 heta niha diçe Rojava û Bakûrê Sûriyeyê û tê, ji nêz ve li gel Heyva Sor a Kurd a ku parçeyek ji pêşketinên tendirustiya herêmê kar dike. Wilk bal kişand ku dewleta Tirk pêkanînên xwe yên dagirkerî û ji derveyî mirovahiyê li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dawî li axaftinên xwe anî, “Ez Elmanyaya ku alên YPG û YPJ’ê qedexe dike, bi tundî şermezar dikim.”

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî axivî û diyar kir ku parêzer Ebrû Tîmtîk di berxwedaniya li dijî bê mafî û bêedaletiyê de jiyana xwe ji dest da û Erdogan bi çeteyên ku dişîne Rojava, Başûrê Kurdistanê û Lîbyayê, pêkanîn ji Hîtleran li Yahûdiyan kirin hîn xirabtir dikin.

Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî biratiya gelan” bi dawî bû.