Hin kêlî hene li dîroka gelekî dineqişin; weke efsaneyekê, weke sondekê, weke agirekî li nava nifşan deng vedide. 5’ê Cotmeha 2014’an ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd kêliyeke bi vî rengî ye. Arîn Mîrkan rahişt mîrateya Zîlan û li Girê Miştenûrê yê Kobanê bi çalakiya fedaî li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke destanî nîşan da.
Wêrekiya wê têkoşîna azadiyê ya jinê kir semboleke navneteweyî; ruhê têk naçe yê gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav kir.
Arîn Mîrkan sala 1992’an li gundê Mîrkan (Husê) yê navçeya Mabata ya Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Arîn ku navê xwe yê arstî Dilara Kênc e, li nava malbateke Kurd a welatparêz mezin bû. Malbata wê li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîma Sûriyeyê nasnameya Kurd parast û dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.
Zarokatiya Arîn bi nirxên dewlemend ên çanda Kurd derbas bû. Dema li gund bû meyla wê ya li lêgerîna li edalet û azadiyê diyar bû. Arîn ku perwerdeya xwe li gundê Mîrkanê temam kir, bûyerek ku di salên dibistanê de bi serê wê de hat, nasnameya wê ya têkoşeriyê hîn xurt kir.
Mamosteyê wê heqaret li bazinê wê kir ku nivîsên Kurdî li ser bû. Ev yekê hêrsa Arîn a li hemberî sîstemê mezin kir. Ev bûyer ji bo Arîn a ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hez dikir, bû kêliyeke biryardanê.
TEVLÎBÛNA LI NAVA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
Arîn Mîrkan sala 2007’an ku hîn 15 salî bû biryar da ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Ev biryar yek ji gavên herî girîng ên jiyana wê bû. Sekna welatparêziyê ya malbata wê û heyraniya wê ya li felsefeya Rêber Apo, bûn motîvasyonên bingehîn ku berê Arîn da vê rêyê.
Dema ku DAÎŞ’ê êrîş Rojava kir, Arîn tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû, têkoşîna xwe kûr kir û di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Arîn ku rû li ken bû, dilgerm û xwedî karakterekî xurt bû, bi kûrahiya di fikrî û biryardariya di têkoşînê de bal kişand.
Li nava refên YPJ’ê weke milîtaneke têkoşîna jinê derkete pêş. Bi taybetmendiya xwe ya bi dîsîplîn, bi coş û fedakar ji hevrêyên xwe re bû îlham.
Arîn li nava refên YPJ’ê bi perwerdeyê hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Baweriya xwe bi wê dianî ku azadiya jinê yekser pêwendiya xwe bi azadiya gelê Kurd re heye. Arîn felsefeya ‘Jin a azad, civaka azad’ a Rêber Apo pejirand û di vê çarçoveyê de têkoşiya.
BERXWEDANA KOBANÊ Û GIRÊ MIŞTENÛRÊ
Sal 2014 bû, ji bo Rojava û Kobanê tecrûbeyeke dîrokî bû. DAÎŞ’ê bi çekên herî giran bi rengekî hovane êrîş dikir û hewl dida Kobanê dagir bike. Dorpêça ku 15’ê Îlona 2014’an destpê kir, li berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ’ê rast hat.
Arîn Mîrkan di parastina Kobanê de bi roleke krîtîk rabû. DAÎŞ’ê di 5’ê Cotmeha 2014’an de ji bo bidestxistina Girê Miştenûrê êrîşên gelekî giran da destpêkirin. Li gir ku şerekî giran diqewimî, hêzên YPG û YPJ’ê bi cebilxaneyeek kêm û di nava şert û mercên giran de li ber xwe didan. Girê Miştenûrê ji aliyê kontrola bajêr ve xwedî girîngiyeke stratejîk bû.
Arîn ku li Girê Miştenûrê bi komeke biçûk li hemberî DAÎŞ’ê têkoşiya, ji bo pêşveçûna çeteyan bisekinîne gaveke bi biryar avêt. Bi ser çeteyên DAÎŞ’ê ve çû, teqemeniyên li ser xwe teqand û çalakiya fedaî kir.
Vê çalakiyê bi dehan çeteyên DAÎŞ’ê bê bandor kir û plana çeteyan a ji bo bidestxistina gir têk bir. Di daxuyaniya fermî ya YPJ’ê de hate destnîşankirin ku çalakiya Arîn ‘Ruhê berxwedana Kobanê û pêşengiya jinan a li nava têkoşîna azadiyê’ nîşan da.
Çalakiya fedaî ya Arîn berxwedana Kobanê gihand asteke cuda û nîşanî tevahiya cîhanê da ku DAÎŞ dikare bê têkbirin.
BANDORA ÇALAKIYÊ YA LI ASTA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ
Çalakiya Arîn Mîrkan a li Girê Miştenûrê berxwedana Kobanê xist rojeva cîhanê. Wêrekiya wê li dijî barbariya DAÎŞ’ê wijdanê mirovahiyê hişyar kir. Çalakiya wê ne tenê li Kobanê, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê deng veda.
Li Bakurê Kurdistanê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de bi bandora çalakiya Arîn, ji bo piştgiriya bi Kobanê re çalakiyên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û ruhê piştevaniyê yê gelê Kurd hate nîşandan.
Li gelek welatan, dostên gelê Kurd û alîgirên azadiyê daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Çalakiya Arîn roleke girîng lîst ku 1’ê Mijdarê weke ‘Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê’ bê ragihandin.
Çalakiya Arîn di heman demê de pêşengiya jinê ya Şoreşa Rojava veguherand semboleke navneteweyî. YPJ’ê sekna fedaî ya Arîn weke manîfestoyeke ‘Biryardariya jinê ya di têkoşîna azadiyê de’ pênase kir.
Vê çalakiyê li tevahiya cîhanê îlham da alîgirên azadiyê ku tevlî nava refên YPJ û YPG’ê bibin. Arîn weke Zîlan (Zeynep Kinaci) û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) mîrateya berxwedêriyê ya jinên Kurd dewam kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku jinên Kurd teslîm nabin.