Şehîd Zîlan li Kopenhagenê hate bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 29'emîn a çalakiya xwe ya fedaî de li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate bîranîn.

Bi wesîleya salvegera 29'emîn a çalakiya fedaî ya Zîlan, ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê pêk anî, Meclîsa Jinê ya Sêvê ya Danîmarkayê çalakiyek lidar xist.

Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û ji herêmên cuda gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Çalakiyê di şexsê Zîlan de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Piştre jî bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr axivî. Nûpel Mûnzûr li gel Zîlan her wiha Sema Yuce, Gulan Garzan, Leyla Agirî, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Bêrîtan Nûrhak Çiya û hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî.

Nûpel Mûnzûr anî ziman ku çalakiya fedaî ya Zîlan li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd, li hemberî komploya navneteweyî û komujiyên li Dersimê nîşaneya ruhê berxwedanê ya jinan e. Nûpel Mûnzûr got, "Fedaîtiya hevrê Zîlan û milîtanên jin ên pêşeng ên meha Hezîranê şehîd bûn, ji bo me hinceta têkoşîn û jiaynê ye." Nûpel Mûnzûr anî ziman ku di çarçoveya paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo de divê jin pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk û guherînê re bikin û got, divê jin li her qadê xwe bi rêxistin bikin.

Piştî axaftinê, têkildarî têkoşîna şehîd Zîlan û şoreşgerên jin ên meha Hezîranê şehîd ketin, sînevîzyonek hate nîşandan.

Çalakî bi dirûşmên 'Şehîd Namirin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.