‘Çalakiya heval Zîlan afirandina jiyana azad e’

Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û got, “Ev çalakiya heval Zîlan çalakiyeke afirandina jiyaneke azad û wekhev e. Ev çalakiya mezin li tevahiya cîhanê deng veda.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê bi wesîleya salvegera 29’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedaî pêk anî, nêrînên xwe anî ziman.

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku Zîlan a şervaneke salekê bû, di demeke pir kurt de xwe di fikir û îdeolojiya Rêber Apo de kûr kir û got, “Di milîtantî û şoreşgertiya xwe de xwe zelal kiribû. Rêber Apo ji nêz ve û ji dil hîs dikir. Di wê pêvajoyê de dewleta Tirk a dagirker hewl dabû li Şamê, li hemberî Rêber Apo sûîqestekê pêk bîne. Ekîba kontra ya dewleta Tirk, 6’ê Gulana 1996’an li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê ku Rêber Apo li wir ders dida, wesayîteke bombebarkirî teqandin. Di wê teqînê de beşek ji dîwarên dibistanê rûxiya, lê zirara canî çênebû.”

Şîlan Kobanê destnîşan kir ku Zîlan a wê demê li çiyayên Dêrsimê bû, li hemberî vê hewldana dijmin a yekser Rêber Apo kiribû hedef, biryara da ku çalakiyeke fedaî pêk bîne û wiha axivî: “Hevala Zîlan li çiyayên Kurdistanê timî pirtûkên Rêber Apo bi xwe re digerand û dixwend. Timî ji hevalên li cem xwe re diyar dikir ku çi dibe bila bibe, barê wê çiqasî giran jî be ew ê xwe ji pirtûkên Rêber Apo qut neke. Hevala Zîlan jiyana 24 saetan a bi Rêber Apo re, di hiş û ramanên xwe de bi cih kiribû û bi vî rengî têkoşîn dikir.”

‘ÇALAKIYA HEVAL ZÎLAN LI CÎHANÊ DENG VEDA’

Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Zîlan xwe ji bo çalakiya fedaî xwe amade dike, keşf û amadekariyên hwd. bi xwe dike û wiha got, “Ji bo balê nekişîne jî pir hesas tevdigere. Hevala Zîlan li hember dijminê dagirker û hişmendiya dewleta bi serweriya mêr vê çalakiya mezin pêk anî û dijmin û hevkarên wî hejand. Di vê çalakiyê de bi dehan leşkerên dagirker mirin û birîndar bûn. Ev çalakiya heval Zîlan çalakiyeke afirandina jiyaneke azad û wekhev e. Vê çalakiya mezin li tevahiya cîhanê deng veda.”

‘ZÎLAN SEMBOLA FEDAKARIYÊ YE’

Şîlan Kobanê diyar kir ku di şexsê hevala Zîlan de milîtaniya Apoyî û şoreşgertiya sosyalîst a di pêşengiya jin de xwe bi awayekî herî zelal nîşan dide û got, “Rêbertî di tehlîlên xwe de dibêje, ‘Zîlan fermandara me ye, em şervanên wê ne.’ Heval Zîlan ji bo me sembola berxwedan û fedakiriyê ye. Avakirina jiyaneke azad kir para hemû jinan.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ya ji me tê xwestin ew e ku em di şexsê heval Zîlan de xwe ji nû ve li ber çavan re derbas bikin û soza xwe nû bikin.  Em ê heya dawiyê li ser xeta heval Zîlan bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin. Em ê timî hevala Zîlan ji bo xwe mînak bigirin. Di şexsê heval Zîlan û hevalên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ên weke hevrê Erdal, Sara, Rojhat, Rûken, Rojger, Asya de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Weke gaziyên şer ji bo pêşxistina pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin û li ser vî esasî rêxistinkirina gel tişta dikeve ser milên me bi hêz û îradeyeke mezin pêk bînin.”