Li Viyanayê ji bo Tîmtîk çalakî

Ji bo Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi daxwaza darizandina bi adilane, di roja 238’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî, li Viyanayê çalakiyek hate lidarxistin.

Li paytexta Ewûstûralya Viyanaya ji bo Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî mîtîngek lidar xistin. Nûnerên Yekîneyên Hêzên Demokratîk jî piştgirî dan çalakiya li ber Konsolosxaneya Tirkiyê hate kirin.

Mîtînga ji aliyê Aliyê Gel ê Federasyona Anadolû ya Ewûstûralyayê ve hate organîzekirin, di kesayeta Ebrû Tîmtîk de ji bo tevahiya şehîdên şoreşê yên cîhanê deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de peyama ku pêwîste rêxistinên çepgir, sosyalîst û şoreşger bên gel hev û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rêxistina xwe hîn bilindtir bikin û tekêşîna xwe mezin bikin dan.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.