Li Toûloûse û Rennesê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarên Toûloûse û Rennesê yên Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Li Toûloûseyê bi coşa serkeftina Garê Newroz hate pîrozkirin. Li Rennesê jî meşeke bi meşaleyî hate kirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û gelê Fransayê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî pîrozbahiyê govend hate gerandin.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî Newroz bi meşeke meşaleyî hate pîrozkirin.

Meş saet di 16.00’an de li Place du Colombîerê hate destpêkirin. Di meşê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re, ‘Erdoganê faşîst’ hate berzkirin.

Li Qada Repûblîqûeyê jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.