Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê destpê kir
Starta Newroza li Swîsreyê li bajarê Solothurnê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, em azad bibin” hate lidarxistin.
Starta Newroza li Swîsreyê li bajarê Solothurnê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, em azad bibin” hate lidarxistin.
Kurdistaniyan li Swîsreyê dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Îro bi sedhezaran Kurdistanî li bajarê Solothurnê bi meşek meşaleyî Newroz pîroz kirin.
Êvarê saet 19:00’an Kurdistaniyên ji 4 perçeyên Kurdistanê li qada 1ê Gulanê civiyan û meşek bi meşaleyan organîze kirin.
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û TJK-E hatin hilgirtin. Di çalakiyê de berdewam di xwedî derketina li pêngava “Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” drûşim hatin berzkirin.
Piştî meşa ku bi qasî saetekê li navenda bajêr pêkhatî, gel dîsa hat qada 1'ê Gulanê. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û şehîdên şoreşger ên cîhanê, malbatên şehîd û gerîlayan agirê Newrozê pêxistin.
Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk di axaftina xwe de bal kişande ser berxwedana ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” berdewam dike.
Çelîk got, “Em ê li dijî îşkenceya tecrîdê ya li dijî Rêberê xwe, êrîşên li dijî gerîla, êrîşên dagirkirinê yên li dijî Kurdistanê û êrîşên li dijî HDP'ê bi berxwedanek topyekun bibin bersiv.” Çelîk ragihand: “Îro li Swîsryê me bi xwedî derketina pêngava azadiyê re yekemîn agirê Newrozê pêxist. Em ê bi ruhê berxwedana Newrozê bersivê bidin êrîşên topyekun ên faşîzman yên li dijî gelê Kurd pêk tên. Berxwedana gelê Kurd a li dijî faşîzmê wê bi ser bikeve.”
Piştî axaftinan, gelê Kurdistanê li ber def û zurnê li dora agirê Newrozê govend gerandin û bi vî rengî pîrozbahî bi dawî kir.