Li Stûttgartê komkujiyên Kanûnê hate şermezarkirin

Li Stûttgartê komkujiyê Meraşê, girtîgehan û Roboskî hatin şermezarkirin.

Li Stûttgartê ya Elmanyayê bi banga Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî û Hewldana Meraşê, komkujiya Meraşê, ya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê û Roboskî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyan li ser navê Têkoşîna Şoreşgera a Yekbûyî û Hewldana Meraşê axaftin hatin kirin, komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Her wiha daxuyaniya li ser navê HBDH'ê jî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Dîrokê careke dî şanî me daye, ji van komkujiyan yek jê jî nekariya ku gelên me, alîgirên heqîqetê, yên di dilê wan de bi hêvî li siberojê dinerin, teslîm bigire.''

Di çalakiyê de peyama piştevaniyê ya ji bo Leyla Guven jî hate xwendin.