Li Strasboûrgê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin . Çalakgeran diyar kirin ku divê tavilê malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin.

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û fikarên xwe yên derbarê rewşa tendirûstiya Rêber Apo ji Saziyên Ewropa re ragihandin.

Kurdistaniyên ku li Place Repûblîqûeyê hatin gel hev, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û pankartên bi daxwaza azadiya wî dest bi meşê kirin.

Di tevahiya meşa ku li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Faşîst Erdogan” berz kirîn de, bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk pêk aniye.

Piştî ku meş gihişt ber Konseya Ewropayê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Di çalakiya rûniştinê de grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê hate silavkirin û hate teqezkirin ku heta rewşa Rêber Apo neyê zanîn û tecrîd bi dawî, wê li qadan bin.

Meş li ber hatina gel hev a Saziyên Ewropa ya ku Nobeta Azadiyê ya ev 9 sal in ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê didome, bi dawî bû.