Li Parîsê çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ hat lidarxistin

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya Parîsê çalakî li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ku di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” de li ber Navenda Çanda Kurd a li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng li dar xistin.

Di çalakiyê de ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan û ber bi îstgeha Bobignyê ve meşiyan û ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Piştre li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo, 24 sal in li Greva Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî û êşkenceyê de li ber xwe dide. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û gerîla, li hemberî faşîzma Tirk û polîtîkayên şerê taybet serî natewînin û rê nadin ku faşîzma Tirk pêş bikeve.“

Li ser navê TekoJIN’ê jî daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo rasterast bi azadiya jin û gelê Kurd ve girêdayî ye. Tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Apo delîla tirsa ji ramanên xurtkirina şoreşê ye.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.