Di çalakiya li sefaretxaneya Tirk a li Mîlanoyê de axaftvanan diyar kir ku ev bi salan e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Destnîşan kirin ku Yekitiya Ewropa û CPT ji dil nêzî vê mijarê nabin û tenê daxuyaniyan têr dibînin.
Di axaftinan de bal kişandin li ser doza girtinê ya li ser HDP’ê hatî vekirin û diyar kirin ku dîktator Erdogan HDP a ku serî li beramberî wî na dane ji bo teslîm bigre hemû derfetên dewletê bikar tîne û rûyê xwe yê faşîst hîn zêdetir diyar dike. Anîn ziman ku ev rewş nayê qebûl kirin.
Di çalakiya ku alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî hilgirtin de, li meydana ku sefaretxane lê pankartên bi daxwaza azadiya Ocalan daliqandin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Faşîst Tirkiye” û “Dewleta terorîst” bi dawî bû.