Li Melboûrnê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Melboûrn a Ewûstralyayê Kurdan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û di heman demê de diyarkirin ku pêwîst e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demek nêz de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Protestoyên li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome.

Li bajarê Melboûrn a Ewûstralyayê Kurdan bi banga NAV-KUR çalakiyek lidarxistin. Çalakî li ber Pirtûkxaneya Vîctorîa pêk hat û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de peyama “Em  Kurdên li Ewûstralyayê dijîn ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi fikar in. Di vê mijarê de pêwîste têkiliyên navdewletî ji bo dawîkirina vê fikarê were bikaranîn.”