BI DÎMEN

Li Melbourne komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li bajarê Melbourne yê Awustralyayê, komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Melbourne dijîn, li pêşiya Parlementa Vîctorîayê çalakiya protestoyî lidar xistin.

Di çalakiya protestoyê de daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Nûnerê KNK'ê yê Melbourne Heval Herkî ve hate xwendin. 

Di çalakiya ku bi wesîleya salvegera 25'an a komployê pêk hat de, Seroka Partiya Keskan a Vîctorîa Samantha Ratnam û Parlamenterê Federal Tîm Read jî amade bûn.

Ratnam û Read, diyar kirin ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd demildest bê misogerkirin û soz dan ku wê hevgirtina xwe ya bi Kurdên li Awustralyayê dijîn re bidomînin.