Li Marsîlyayê meşa meşaleyî ya Newrozê
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Em xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin”, meşek meşaleyî lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Em xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin”, meşek meşaleyî lidarxistin.
Gelê ku seat 18:00’an li meydana Belle de Maî kom bûyîn, bi pêşengiya TCŞ’ê bi pankarta bi nivîsa “Tendirûstiya Rêber Apo tendirûstiya me ye” û pankartên bi nivîsên “Mezlûm Dogan”, “Zekiye Alkan”, “Newroz Pîroz be” û posterên Ocalan, alên YPG, YPJ û flamanyên TCŞ’ê hilgirtin.
Gel bi berzkirina dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Terorîst Erdogan” û “Katîl Erdogan” dest bi meşê kir.
Piştî meşa meşaleyî mitîngek hate lidarxistin. Di mitînga ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de agirê Newrozê hate pêxistin. Piştî axaftina siyasetmedarê Kurd Azad Şirnez dîlan hate girtin.