Bi hezaran kesan bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ Newroz pîroz kirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransa û Karlstadêbi hezaran kes bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” Newroz pîroz kirin.

Newroza li Marsîlyayê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hate pîrozkirin.

Bi hezaran kesên ku saet di 13:00’an hatin gel hev, bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” ber bi Meydana Vîeûx-Portê ve meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan û pankartên bi nivîsên “Tendirûstiya Abdullah Ocalan tendirûstiya me ye” û “Bi serkeftina Garê Newroz pîroz be” hilgirtin.

Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, “Terorîst Erdogan”, “Katîl Erdogan” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.

Li Meydana Vîeûx-Port jî mitîngek hate lidarxistin.

Mitînga ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî, piştî axaftina siyasetmedar Azad Şirnex bi berzkirina dirûşme û girtina dîlanê bi dawî bû.

KARLSTAD

Bı tevlîbûna gelek Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê li Karlstadê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê NCKD a Karlstadê Abdîn Raslîko axivî. Raslîko got: “Newroza 2021’ê bi ruhê berxwedana Garê wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe, tecrîdê dawî bike û li Kurdistanê azad bijîn.

Pîrozbahî bi dirûşma ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.