Li Marîgnane’yê çalakiya ‘Ji Ocalan re Azadî’

Bi daxwaza azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li komîna Marîgnane ya dikeve Başûrê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) organîzekiribû di saet 19:00’an de li meydana Marîgnane destpêkir.

Çalakvanan ku pankartên daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ vekiribûn bi berzkirina drûşman derbasî meşê bûn.

Di tevahiya meşê de drûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Her der berxwedan, her der serhildan” û “Leyla Guven kerameta me ye” hatin qîrkirin.

Çalakvanan dema gihiştin ber avahaiya şaredariya Marîgnane, li wê derê mîtîngek pêkanîn.

Di mîtîngê de li ser navê TCŞ û Navenda Civaka Demokratîk axaftin hatin pêşkêşkirin.