Li Mannheîmê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Mannheîma Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de yek ji pêşengên PKK’ê Hakî Karer û jî pêşengên partiya çep a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya hatin bibîranîn.

Bîranîn bi tevlîbûna rêvebirên NCDK’ê û rêvebirên Partîzan Mannheîmê pêk hat.

Rêvebirê NCDK’’ê yê ku di bîranînê de axivî û got; “Têkoşîna me ya 42 salî, em weke gelê Kurd û Sosyalîst deyndarên şoreşgerên mezin Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya ne. Di serî de em, Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Ozan Mizgîn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Xelîl Çavgun û gerîlayên li Zînê Wertê şehîd ketîn Xeyrî, Sîpan û Agirî bi rêzdarî bi bîr tînîn. Em minetdarên şehîdên xwe ne ku ji bo me rê vekirîn û ji tunebûnê hebûn ava kirin.”

Nûnerê Partîzan jî axivî û wiha got; “Em bi têkoşîna Îbrahîm Kaypakkaya û ya Hakî Karer li ser lingan e. Em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînîn.”

Piştî axaftinan çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.