Li Londonê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ olan da

“Meşa Dirêj” a Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja duyemîn de didome. Meşvanan pêngava azadiyê silav kirin û li kolanên Londonê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

MEŞA DIRÊJ A CIWANAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Londonê, Meşa Dirêj a sê rojan dan dest pê kirin. Meşa Dirêj di roja duyemîn de berdewam dike.

Meşvan li taxa yekem a ku qada turîstîk û populer a Londonê ye meşiyan û derdor eleqeyek mezin nîşanî meşê dan. Meşa ji Liverpool Streetê dest pê kir û heta Qada Trafalgarê berdewam kir. Ciwanan li kolanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Yesterday Mandela Today Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî gerîla” berz kirin.

Ciwanan pankart û afîşên azadiya Abdullah Ocalan dixwazin hilgirtin û danezanên der barê tecrîd û konfederalîzma demokratîk de belav kirin.

Berdevkê TCŞ'yê Mazlûm Çewlîk der barê meşa ku li Qada Trafalgarê bi dawî bû agahî dan. Çewlîk bal kişand ser giringiya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û wiha axivî: "9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek hate destpêkirin. Rêber Apo di encama vê komployê de ev 26 sal e, di notirvaniya dewleta Tirk de di bin tecrîd û êşkeneyeke giran de ye. Ev pergal di şexsê Rêber Apo de bi ser gelê Kurd de tê meşandin. Em wek ciwanên li Brîtanyayê Komploya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar dikin û em ê têbikoşin, li ber xwe bidin û şer bikin. Komploger dê têk biçin, Rêber Apo dê azad bibe."

Ciwan dê roja dawî ber bi  Tottenham Courtê ve bimeşin û dê bi lidarxistina mîtîngekê dawî li çalakiya xwe bînin.