Mazlûm Ebdî û Colanî peyman îmze kirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê li ser gelek mijarên girîng ên weke misogerkirina mafên destûra bingehîn ên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de cih bigirin, li hev kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Mihemed El-Colanî (Ehmed El-Şara) ku weke serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin, li hev civiyan.

Di encama civîna Ebdî û Colanî de li ser van mijaran lihevkirin:

1- Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.

2- Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.

3- Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.

5- Sûriyeyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.

6- Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.

7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.

8- Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.