Di hevsengiya Sûriyeyê de cihê dewleta Tirk êdî nîne

Nerazîbûna li hemberî komkujiya Elewiyan di asta navneteweyî de ye. Eger bikeve rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê hebûna dewleta Tirk a di mijara Sûriyeyê de wê bi dawî bibe, delweta Tirk û çeteyên wê, ji Sûriyeyê wê bêne derxistin.

8'ê Adarê roja jinan a cîhanê bi coş hate pîrozkirin. Li Sûriyeyê civaka Elewî ya bi pêşengiya jinan, bi êrîşên komkujiyê yên rejîma nû ya bi mejiyê DAÎŞ'ê rast hat. 8'ê Adarê ku li cîhanê jinan reng, deng, govend û çanda xwe nîşan dan, ji bo gelê Elewî yê li Sûriyeyê bû rojeke reş.

Şerê mezhebî ku yek ji pirsgirêkên mejî yên li Rojhilata Navîn e careke din xwe bi şênberî li Sûriyeyê nîşan da. Li aliyekî Sûnnî-Selefî (Rejîma nû), li aliyê din jî şerê bi gelê Nûsayrî-Elewî ku sedan sal in dewam dike, êş careke din teze kir. Di serî de jin û zarok bi sedan mirov hatin qetilkirin; civakê bi temamî şahidî ji vê êşê re kir.

Belê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinên li Sûriyeyê kirin rojeke komkujiyê. Rejîma nû ya li Sûriyeyê ku feraseta Sûnnî-Selefî lê serdest e, bi hinceta endamên rejîma berê êrîşên komkujiyê bir ser herêmên şêniyên Elewî yên li Lazqiye û Tartûsê. Bi van êrîşan re bi sedan jin, zarok, extiyar, ciwan hatin qetilkirin.

Ev bûyera li Sûriyeyê careke din nîşan da ku şerê mezhebî bi dawî nebûye û wê bi dawî nebe. Ev feraset û helwest bi gelên Sûriyeyê nade qezençkirin, nîşan dide ku aştî, demokrasî û azadiya civakî wê demeke dirêj bi dest nekevin. Ji bo vê divê şerê etnîkî, mezhebî û olî yên li Sûriyeyê li aliyekî bê hiştin. Hemû beşên civakê, bi hemû ol, etnîk û mezhebên xwe li hev bicivin û Sûriyeyeke demokratîk, aştiyane û azad ava bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi guhertina helwest û mejî heye. Dewleta Sûriyeyê divê bi rengekî welê bê avakirin ku gelên Sûriyeyê hemûyan temsîl bike, demokratîk, azadîparêz û aştiyane be. Naxwe şerê mezhebî yê bi sedan sal in dewam dike wê bi rengekî giran û bi xwîn dewam bike.

Ji bo vê jî divê fikir û çalakiyên me di çarçoveya aştî, azadî û demokrasiyê de bin. Naxwe wê kaosa li Sûriyeyê neqede û bibe qurbanê siyaseteke welê ku timî bi derve ve girêdayî ye. Komkujiya Elewiyan a dawî jî vê yekê bi şênberî nîşan dide. Belê, komkujiya Elewiyan tabloyeke giran e ji bo gelên Sûriyeyê û mirovahiya cîhanê. Lê belê fatûreya vê komkujiyê wê bandorê li hin derdoran bike. Fatûreya şerê hêzên xurt divê weke komkujî li gelan venegere. Ji bo vê jî divê hêzên xurt rageşiya xwe ya siyasî li ser gelan nemeşînin.

Ev komkujiya ku di 8'ê Adarê de hate kirin, bi destê hêzên xwedî feraseta çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin. Ev derdor bi taybetî ji sala 2011'an û pê ve gelek komkujî, kiryarên li derveyî mirovahiyê, dizî, şantaj û gelek bûyerên mîna wan ên li Sûriyeyê bi destê komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve kirin. Li gel ku yên ev plan kirin hêzên cuda jî bûn, yên ku pêk anîn ev kom bûn. Rewşa ku derketiye holê vê yekê nîşan dide:

Ya yekemîn; dewleta Tirk ya haya xwe ji vê planê hebû yan jî li derveyî agahiya wê qewimî. Eger haya xwe jê hebe hingî dewleta Tirk di navbera desthilatdariya HTŞ û Colanî de şerekî desthilatdariyê dimeşîne. Ev komkujiya ku hate kirin, dixwazin bixin stuyê Colanî û bi vî rengî Colanî ji desthilatdariyê daxîne, kesekî nêzî xwe bike desthilatdar. Ji ber ku Colanî her çend bi dewleta Tirk re di hin mijaran de bi hev re tevdigere jî di hin mijaran de şerek di navbera wan de heye. Yek ji van jî ew e ku kesek ji çeteyên OSO yên dewleta Tirk tevlî hikumeta nû ya Sûriyeyê nehatiye kirin. Ya din jî ew e ku Colanî ji Tirkiyeyê bêhtir di bin bandora feraset û nêrîna ji Erebistana Siûdî de ye.

Eger ji vê komkujiyê agahiya xwe nebe, hingî ev yek ji bo dewleta Tirk hîn bêhtir metirsîdar e. Hingî çeteyên wê ji bin bandora Tirkiyeyê derketine û derbasî bandora derdoreke cuda bûne. Ev yek jî wê ji bo hesabpirsîna ji kiryarên heta niha (kiryarên li dijî mirovahiyê) weke delîlekî bê bêkaranîn. Li gel vê yekê nerazîbûna li hemberî komkujiya Elewiyan di asta navneteweyî de ye, eger bikeve rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hingî hebûna dewleta Tirk a li nava hevsengiya Sûriyeyê wê bi dawî bibe. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Sûriyeyê wê bêne derxistin. Eger biryareke bi vî rengî bê wergirtin û dewleta Tirk li ber rabe, wê demê hevsengiyên cîhanê û herêmê wê neçar bimîne ku guhertinê di pergala rêzkirinê ya lîsteyê de çêbikin. Lê belê di her du mijaran de jî bandora dewleta Tirk a li Sûriyeyê wê weke berê nemîne.

Ya duyemîn jî di rojevê û çapemeniyê de radigihînin ku ev êrîşa komkujiyê li hemberî serhildana endamên rejîma Esad hatiye kirin û piştgiriya vê serhildanê jî ji aliyê Îranê ve hatiye dayin. Wê bê xwestin ku di hevsengiya Sûriyeyê de ku 27'ê Mijdarê guherî, Tirkiye û Îranê bînin hemberÎ hev. Ji ber ku tişta ku min li jorê destnîşan kir, eger pêk were hingî wê dewleta Tirk neçar bimîne ku li hemberî Îranê helwestê nîşan bide. Ev yek wê bê wê wateyê ku paşerojê di êrîşeke Emerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê de wê Tirkiye xwe bide aliyê Emerîka û Îsraîlê. Rewşê ji vê yekê re amade dikin. Hêzên ku lîstikê bi vî rengî datînin, gelan dikin qurban. Lewma ya ku civakan rizgar bike aştî, demokrasî û azadî ye.

Di vê demê de li hemberî şerê netewe-dewlet, mezhebî, olî û etnîkî, zimanê demê demokrasî ye, civaka wê jî civaka demokratÎk e. Mînaka herî şênber a vê yekê li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin ku li dora îdeolojiya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye û sîstema xwe ava kiriye. 13 sal in Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Sûnnî, Elewî û Êzidî, hemû gel û komên baweriyan bi rengekî demokratîk û aştiyane bi hev re dijîn.

Ji bo vê jî divê demokrasî hîn bêhtir bê mezinkirin û li her qada civakê bê belavkirin.