Li Leîpzîgê qedexekirina PKK’ê hate protestokirin

Li bajarê Leîpzîg a Elmanyayê bi çalakiyekê qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên di saet 13:00’an de li ber HBF Leîpzîgê kom bûn, qedexekirin û krîmînalîzekirina PKK’ê ya ji aliyê Elmanyayê ve protesto kirin.

Di çalakiyê de axaftvanan diyar kirin ku qedexekirina li ser PKK’ê di serî de li welatên Ewrûpa nayê qebûlkirin û teqez kirin ku pêwîst e tavilê qedexe bê bidawîkirin.

Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer jî di axaftinên xwe de qedexeya ji sala 1993’ê heta niha ya ji aliyê Elmanya ve şermezar kir û got, divê tavilê ji van xeletiyan vegerin.

Nûnerê YXK’ê yê Leîpzîgê jî diyar kir ku ew biryara qedexekirina PKK’ê ya neheq a li welatên Ewrûpa qebûl nakin û biryara dadgeha Belçîkayê ya di derbarê PKK’ê de bi bîr xist.

Di mitîngê de li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin berzkirin.