Li Kolnê berxwedana zindanan hate silavkirin

Li Kolnê cangoriyên qetlîamên Mereş, Roboskî û operasyona girtîgehê ya di 19’ê Kanûnê de hatin bibîranîn. Di çalakiyê de berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan jî hate silavkirin.

Qetlîama ku dewleta Tirk di 19-25’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê kiribû, qetlîama 28’ê Kanûna 2011’an de û operasyona di 19’ê Kanûna 2000’an de ya li dijî girtiyên azadiyê hatibû kirin li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Çalakî saet di 13.00’an de li Heûmarktê dest pê kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Ji Mereşê hate Roboskiyê, em ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin’ û wêneyên cangoriyên qetlîamên Roboskî û 19’ê Kanûnê hate hildan.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji qetlîama Mereşê û vir ve feraseta dewleta Tirk neguheriye. Parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan jî diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ev çalakî jî li dijî faşîzmê ye.  Di çalakiyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku greva birçîbûnê ketiye roja 23’an û banga bihistyariyê hate kirin.