Li Kîelê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Kîel a Elmanyayê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê pêktîne, hatin protestokirin.

Çalakiya Kurdistaniyan a li bajarê Kîel a Elmanyayê ya bi armanca protesto kirina êrîşên dewleta Tirk her roja Çarşemê tê lidarxistin, îro jî berdewam kir.

Çalakiya ku pankartên bi nivîsên Elmanî û Kurdî û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatîn rakirin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê dayî destpê kirin, hatin şermezarkirin.

Di çalakiya de berxwedana Cenga Heftanînê silav kirin û diyar kirin ku pêwîste PDK dev ji vê helwesta xwe ya niha berde.

Di axaftinên li ser navê SKB’ê hatin kirin de jî bal hate kişandin li Tirkiyê û Kurdistanê bi destê dewletê li ser jinan siyasetek qirêj tê rêvebirin.

Çalakvanan diyar kirin ku dewlet tecawîzkaran diparêze û gotin: “Hikumetê îflas kiriye, niha li beramberî me hişmendiyek tecawîzkar rawestayiye.”

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Qatil dewleta Tirk”, “Bijî berxwedana Heftanîn”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.