Li Kasselê meşa bi heybet a azadiyê

Bi pêşengiya Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanya (KON-MED) bi dirûşmeya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re Azadî” meşek hat lidarxistin.

Îro meş di saet 14:00’an de li ber rawesgeha trenê ya Wîlhelmshohe ya Kasselê piştî deqeyekî rêzgirtina ji bo giyana şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di meşê de tevî berzkirina dirûşme û stranan, di axavtinên hatin kirin de li ser polîtîkayên qirêj ên PDK’ê yên li hemberî Şengalê, tecrîda dijî mirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê rêvebirin, pêlên zext û girtinan a li hemberî HDP’ê, hewldanên dewleta Tirk ya dagirkirina Rojava û berxwedaniya gerîla ya li Heftanînê axaftin hate kirin.

Di tevahiya meşê de pankartên rengîn ku li ser wan hatibû nivîsandin “Bimire Îxanet”, Wê Heftanîn ji faşîzmê re bibe goristan”, “Tecrîda bi dawî bike, ji Ocalan re azadî” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin hilgirtin.

Çalakvanên ciwan ên TCŞ û TekoJIN bi alên xwe, bi vekirina pankartên balkêş û dîmenên bi coş ve tevlîbûnek xurt nîşan dan. Li kêleka wan cara yekemîn marşa ku tevgerên ciwanên şoreşger ên Ewropayê TCŞ û TekoJIN çêkiribûn ji gel re hate pêşkêşkirin.

Di dema meşê de mirovên hawîrdorê bi mebesta protestokirina qedexeyên sînor yên têkildarê koçberan hatî girtin ji balkonanên xwe pankartên “Sînor bila bên vekirin” vekirin, meş silavkirin û piştgirî danê.

Ciwanan weke berteka li hemberî polîtîkayên qirêj û zordest, alên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan ku bi bi awayekî kêyfî qedexekiribû vekirin. Li gel wana li navenda bajarê Kasselê fîşekên hewayî yên mezin û biçûk hatin avêtin.

Meş bi mîtînga ku li Konîgsplatz a Kasselê pêkhatî û dirûşmeyan bi dawî bû.