Li Karlstadtê ji bo Ocalan çalakî hate kirin

Li bajarê Karlstad ê Swêdê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate kirin.

Ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, çalakiyên li Ewropa didome.

Kurdan li bajarê Karlstadtê meşek lidarxistin û gotin, “Divê teqez rêzdar Abdullah Ocalan bi malbata xwe re karibe hevdîtinê bike.”

Di çalakiyê de Hevseroka NCDK-Swêdê Nadîa Saleh axivî û got, “Nêzikbûna li Rêber Apo nêzikbûna li gelê Kurd e. Rêbertî ji bo me meseleyeke cîddî û girîng e.”

Saleh salvegera dagirkirina Efrînê jî şermezar kir û diyar kir  dem hatiye ku Efrîn azad bibe û hemû dagirker ji Kurdistanê werin derxistin.