Li kargeha Elman ku ji bo Erdogan çekan hildiberîne çalakî hate kirin

Tevahiya rojê li ber kargeha Krauss-Maffeî Wegmann a li Kasselê ji bo dewleta Tirk çek û wesayîtên leşkerî dihilberîne çalakiya bê îatiatiya sivîl hate kirin. Bi çalakiyê vegûherîna li kargehê hate astengkirin û ji bo hilberînê navber hate dayîn.

Kargeha herî mezin Krauss-Maffeî Wegmann (KMW) a Elmanan ku ji bo rejîmên êrîşker ên li gelek herêmên şer ên cîhanê ji Kurdistanê heta Yemenê, ji Meksîkayê heta welatên Efrîkayê çekan dihilberîne, li bajarê Kassellê ye. Nimûne; di dema êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriya Efrînê de, tankên bi tîpa Leopord 2A4 û topên bi kar dianîn li Kargeha Krauss-Maffeî Wegmann a li Kasselê hatibûn hilberandin.

Çalakgeran maketên mezin ji tankên Leopord ên KMW bi Rheînmetallan hilberandî û di dagirkeriya Rojavayê Kurddistanê de hatin bikaranîn, li ber kargehê bicih kirin û rêyên ku diçin kargehê jî girtin. Çalakgeran vegûherîna di seatên nîvro de li kargehê hatî plankirin jî asteng kirin.

‘ŞER JI VIR DESTPÊ DIKE’

Li ser vê polîsan xwest ku xebatkarên kargehê bi rêyek din derbazî kargehê bikin, lê belê çalakgeran ew rê jî girtin, kargehê jî navberda hilberînê.

Ji Însiyatîfa Rheînmetallî Bêçek Bikin Adîla Dîlaram bal kişand ku di serî de li Kurdistanê û Yemenê, li gelek deverên cîhanê şer bi çekên Elmanan tên kirin û di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin:

“Ev kargeha li Kasselê ji bo tevahiya cîhanê çekan dihilberîne û ji ber vê çendê em dibêjin şer ji vir destpê dike. Bi çekên ku KMW û Rheînmetall didin rejîmek weke ya Erdogan a êrîşker, di vê çaxê de felaketa herî mezin a mirovan tên jiyîn. Bi heman şêweyî Hikumeta Federal a Elman jî firotina çekan a herdu kargehan erê dike û dibin hevkarê vî sûcî. Ji bo bidawî anîna sanayiya şer a Elman, me îro yekem çalakiya xwe ya mezin lidarxist.”

Aktîvîstek din jî ya li dijî çekan Carola Palm jî wiha bang kir: “Ji ber şerê bi çekên Elman tê kirin, mirov neçar dibin ku welatê xwe terk bikin. Ger ku dixwaze bi temamî penaberiya Elmanyayê rake, destpêkê pêwîste sanayiya çekan rawestîne.”

Çalakger wê îro dîsa di seat 16:00’an de li qada ‘Halîtplatz’ a navenda bajêrê Kasselê bên gel hev û wê kargehên Krauss-Maffeî Wegmann û Rheînmetall protesto bikin.

ÇEKÊN NAZIYAN JÎ LI VAN FABRÎQEYAN DIHATE HILBERANDIN

KMW a yek ji fabrîqeya herî kevin û mezin a Elmanyayê di dema Şerê Cîhanê yê 2’emîn de ji bo artêşa Naziyan jî fabrîqeya herî zêde amûr hilberandiye. KMA a li gel Rheinmetall û Leopard II ên fabrîqeyên herî mezin ên çekan ên Elmanya tankan hildiberîne, di dema dagirkeriya li Efrînê de ji bo dewleta Tirk top hilberandibû. Li vê fabrîqeya KMW a li Kaselê hezar û 400 kes kar dikin.

KMW a li gel Rheinmetall ile Leopard II tank hildiberîne sala 2006-2009’an tank firotine Tirkiyeyê. Bi giştî 254 tankên Leopard II bê ku sînordariyek li pêşiyê bê danîn hatiye dayîna artêşa Tirkiyeyê. Halê hazir bi saya KMW û Rheinmeltall artêşa Tirk ji artêşa Elmanya hê zêdetir xwedî tankên Elman e.