Li kampên Swîsreyê metirsiya şewbê

Sazî, siyasetmedar û akademîsyenan bal kişandin ser rewşa kampên penaberan ên qelebalix ên li Wanê û ji bo tevdîrên têrker bên wergirtin daxuyaniyeke hevpar dan.

Navendên Civaka Kurd a Swîsreyê û Alîkara Serokê SP'ê Tamara Fûnîcîello jî di nav de bi dehan kesayet û saziyan daxuyaniyeke hevpar weşandin û bi bîr xist ku li gorî daxuyaniya fermî ya Îdareya Koçê ya Swîsreyê hejmara penaberên li kampan bi deh hezaran kes derbas kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li gorî Şertê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, mafê her penaberî ye ku mîna welatiyên welatê serlêdan lê kiriye sûdê ji xizmetên tenduristiyê werbigirin.

Hate destnîşankirin ku ev yek ji bo tevdîr û xizmetên tenduristiyê yên li dijî şewbê jî derbas dibe.

PIRSGIRÊKÊN LI KAMPÊN QELEBALIX

Di daxuyaniyê de li gorî hevdîtinên bi penaberên li kampên cuda hatin kirin, tespît û çavdêriyên li kampan wiha ne:

* Ji ber ku hevdîtin bi kesê li kampên destpêkê yên serlêdanê re nehatiye kirin, hejmarek di ser kapasîteyê re heye.

* Li hin kampan şêniyên kampa ji 200 kesî bi carekê ve li salonekê neçar dimînin bi hev re xwarinê bixwin.

* Li hin kampan odeyên karantînayê hatine amadekirin, lê belê hem têrker nînin hem jî li gorî şertnameyên karantînayê nînin.

* Ode gelekî qelebalix in, li hin kampan di odeyekê de 8 kes dimînin.

* Malzemeyên paqijiyê bi zorê tên peydakirin.

* Tevî tiwalet û banyoyê deverên ku penaber bi hev re bi kar tînin, ji aliyê paqijî û hîjyenê ve têrker nînin.

* Qelebalixiya li kampan dibe sedema pirsgirêka xwarinê.

* Kesên extiyar ên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene hîn jî li van kampan dimînin.

* Di pêvajoya serlêdana penaberiyê de astengiyên ji ber rewşa heyî rû didin, dibin sedema binpêkirina mafên mirovan.

* Personel û amûrên tenduristiyê yên pêwîst, têrker nînin.

PÊŞNIYARÊN JI BO KAMPÊN PENABERAN

Sazî û kesayetên ku mohra xwe danîn binê daxuyaniyê ev pêşniyar ji bo kampên penaberan kirin:

* Ji bo hejmara danûstandina mirovan di asta tê xwestin de be, mirovê li kampan divê tavilê bi hejmareke maqûl li malan bên belavkirin.

* Kampên ku li dijî şewbê xwedî derfetên têrker nînin divê tavilê bên girtin.

* Mirovên di kategoriya rîskê de ne, malbatên zarokên wan hene divê li malan bên bicihkirin.

* Agahdarkirin divê bi zimanê ku her kes jê fêhm bike bê kirin.

* Malzemeyên hîjyenê û tedawiya destpêkê di asteke têrker de bin û bi rêk û pêk bên şopandin.

* Ji bo peydakirina xwarinê û malzemeyên paqijiyê yê şexsî, rêjeya pereyê xerckirinê bê zêdekirin.

* Bila dest ji pêkanîna îmzeavêtinê ya ji neçarî bê berdan.

* Pêkanînên komî neyên kirin.