Li Frankfûrtê êrîşa li ser Zînî Wertê hate protestokirin
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Zînî Wertê û ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê hate protestokirin.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Zînî Wertê û ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê hate protestokirin.
Çalakî li Qada Romerê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Erdogan li Kurdistanê qetlîamê dike’ hate vekirin.
Di çalakiyê de rûxandina gor û kêlikên gerîla û şervanan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de êrîşên li ser qada Zînî Wertê hate şermezarkirin. Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana gelan’ û ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.