Li Ermenistanê Kurd ji bo Ocalan daketin qadan
Li Êrîvana paytexta Ermenistanê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mitîngek girseyî hate lidarxistin.
Li Êrîvana paytexta Ermenistanê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mitîngek girseyî hate lidarxistin.
Piştî îdiayên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxistîn holê, li Êrîvanê Komîteya Kurdistan û Yekitiya Jinên Azad meşek girseyî organîze kir.
Ermenî jî tevlî meşê bûn. Meşa ji navenda bajar destpê kirî, hetanî nûnertiya NY’ê ya li meydana Opera dom kir.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Na Be”, “Faşîst Tirkiye” û “Faşîst Erdogan” berz kirin.
Axaftvanan di mitîngê de diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd xeta wan a sor e û xwestin ku tavilê hevdîtin pêk bê.
Çalakgeran bang li NY, CPT û sazî û hikumetên navneteweyî kirin ku berpirsyartiyên xwe bînin cih.
Her wiha di çalakiyê de diyar kirin ku wê 20’ê Adarê agirê Newrozê pê bixin.