Li Dûîsbûrgê name ji bo NY’ê hate şandin

Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yûksel ya Dûîsbûrgê û endamên DKTM’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin.

Kampanya şandina nameyan ya ji aliyê Koma Xebat a Kurdên Başurê Efrîqayê û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîqa hîna didome.

Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Guterres name dişîne.

Berî çend hefteyan ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yûksel ve di bin kampanya “Ji bo darezandina dîktator 100 sedem, 100 hezar îmze” de îmze hatibû komkirin. Niha jî bi DTKM’ê ya Dûîsbûrgê re kampanya şandina nameyan a ji NY’ê re bi rê ve dibe.

Îro Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yûksel û endamên DTKM’ê li ber Postexaneya Dûîsbûrgê hatin gel hev û 480 nameyên ku komkirine ji NY’ê re şandin.