Li Drancyê ji bo Ocalan meş

Aktivîsên TCŞ'ê li banliyoyeya Drancyê ya paytexta Fransayê Parîsê ji bo azadiya Ocalan meşiyan.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancyê ya Parîsê meşiyan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ciwanan pankartan bi nivîsa, ''Stop a la traîhoson KDP'' vekirin û bi dirûşmeyan gotin ''Bi hev re serhildan,''Bimre îxanet'', ''Bijî Serok Apo''.

Ciwanan bi daxuyaniyekê bal kişandin ser xeta îxanetê  ya PDK'ê, bombeqkirina jîgehên sivîl ên Rojava û gotin ew jiyaneke bêyî azadiya Ocalan qebûl nakin, bi aramnca azadbûna Ocalan ew ê li qadan bin.

Çalakî bi qasî saetekê dom kir, li ber avahiya şaredariya Drancyê bi idrûşmeyan bi dawî bû.