Li dijî komploya 27 salan şerê fikrî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê bi fikrên xwe berxwedaneke fikrî li dijî komployê da destpêkirin û li asta navneteweyî jî bû nîşaneya têkoşîna demokrasî û aştiyê.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ

Pêngava komploya navneteweyî 26 sal li pey xwe hişt ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bû sedem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan 27 sal in li Girtîgeha Giravê ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ku herî dawî bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû lê axaftina bi telefonê nîvco mabû, ti agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk hem bi binpêkirina qanûnên xwe hem jî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ku mohra xwe daniye binî, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ava kiriye.

43 meh in mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Dewleta Tirk li gel nerazîbûnên li qada neteweyî û navneteweyî vê rejîma êşkence û qirkirinê ya li Girtîgeha Îmraliyê giran dike. Pisporên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan vê rewşa li Îmraliyê weke 'bêhiqûqiyeke nehatiye dîtin' pênase dikin, lê belê saziyên pêwendîdar li hemberî tecrîdê xwe bêdeng dikin.

Bêhiqûqiya li Îmraliyê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê di heman demê de nirxên gerdûnî yên weke mafên mirovan ên civaka navneteweyî, serweriya edalet û hiqûqê di ezmûneke cidî re derbas kir. Lewma di 10'ê Cotmeha 2023'an de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyên hevpar di asta navneteweyî de kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin.

Têkoşîna hiqûqî, polîtîk û dîplomatîk a ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, di heman demê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hîn bêhtir şênber kir. Di çalakiyên kampanya azadiyê de fikrên Ocalan li hemberî krîzên sîstema kapîtalîst weke nexşerêyeke alternatîf hatin nirxandin. Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her wiha di asta navneteweyî de weke bersiva li krîzên civakî, siyasî û ekolojîk jî hate destnîşankirin. Dawiya dawî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikrên wî, ne tenê lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd her wiha di asta navneteweyî de bû semboleke gerdûnî ya ku têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê temsîl dike.

Edîtorê Weşanxaneya Punto Rosso Roberto Mapelli ku gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandiye Îtalî, li ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan axivî.

Roberto Mapelli anî ziman ku wan 7 pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandin Îtalî û got, "Me gelek caran çapên van pirtûkan kir. Li gelek herêmên Îtalyayê di çalakiyan de ev pirtûk hatin nasandin. Pirtûkên Abdullah Ocalan li nava civakê gelekî bersiva xwe dît. Bi têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê û bi taybetî kampanya ji bo azadiya Ocalan re eleqeya ji bo pirtûkan hîn zêde bû. Bi demê re fikrên Ocalan li nava tevahiya civaka Îtalyayê hate nîqaşkirin. Ya herî girîng jî ew e ku fikrên Ocalan li zanîngehan têne nîqaşkirin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e."

Mapelli ragihand ku fikrên Abdullah Ocalan gelek tişt tevlî wan kir û got, "Li gel pirtûkên Abdullah Ocalan her wiha weke bersiva li neteweperestî û şerê jinûve li Ewropayê geş bûye, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan bi hewldan û çalakiyan hate nirxandin û ragihandin. Ev gelekî girîng bû, ji ber ku yekî ne ji Ewropayê rêya rizgariyê nîşanî Ewropayê dide. Neteweperestî, faşîzm û Nazîzmê herî zêde zerar da Ewropayê û di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de bû sedema komkujiyan, ku ev nêzîkatî ji nû ve li Ewropayê belav dibe.

Abdullah Ocalan jî bi rêya paradîgmaya xwe destnîşan dike ku neteweperestî ji bo azadiya gelan çareserî nîne. Ev yek ji bo Ewropayê peyameke gelekî girîng e, ji ber ku alternatîfekê ji bo aştiyê pêşkêş dike. Halbûkî me li Ewropayê xwe girtine. Her kes neteweya xwe diparêze û dawiya dawî jî ev yek dibe sedema şer.

Mînak li nava du netewe dewletên weke Ûkrayna û Rûsyayê di nava şer de ne û li her devera Ewropayê faşîzm û neteweperestî xurt dibin. Paradîgmaya Abdullah Ocalan di vê mijarê de nîşanî me dide ku rêyeke cuda heye. Kurdan li Rojava nîşan dan ku ev rê dikare bi cih were anîn. Bi saya berxwedana Abdullah Ocalan gelê Îtalyayê berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê ji nû ve tîne bîra xwe. Ev yek ji bo me tecrûbeyeke mezin e."

Mapelli bi dewamî anî ziman ku Ewropayê hunera xwe ya siyasî ya ku xwe dispêre demokrasî û azadiyê winda kiriye, bûye koleyê berjewendiyên aborî û bazirganiyê û got, "Şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin ji bo van nirxan hemûyan cihê şermê ye.

Ewropa xwe dispêre argumana mafên mirovan a xumamî û destûrê nade ku Tirkiye bikeve nava Yekîtiya Ewropayê; lê belê têkildarî şert û mercên êşkenceyê yên ku Abdullah Ocalan tê de hatiye ragirtin gotineke bi tenê jî nabêje. Ev rewş bi taybetî ji bo Îtalyayê cihê şermê ye, ji ber ku Îtalya mîna Abdullah Ocalan xwedî bavekî bû ku li dijî faşîzmê ji girtîgehê têkoşiya; Antonio Gramsci. Gramsci jî di rewşeke mîna ya Abdullah Ocalan de bû. Faşîzmê ew mehkûm kir û vê dîlgirtinê ew kuşt. Ji ber vê jî bêdengiya hikumeta Îtalyayê li pêşberî Abdullah Ocalan, ji bo Îtalyayê cihê şermê ye ku heman tecrûbe bi serê wê de hat. Dibêjim cihê şermê ye ji ber ku Abdullah Ocalan jî xwedî heman çarenûsa Gramsci ye.

Lê belê çawa ku Gramsci ji girtîgehê qanûnên demokrasiyê yên Îtalyayê nivîsand, Abdullah Ocalan jî qanûnên aştî, edalet û demokrasiyê yên cîhanê ji girtîgehê dinivîsîne û diyarî cîhanê dike.