Li bajarê Den Haag û Amsterdam ê Hollandayê gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. Çalakiya li Den Haagê li pêşiya Wezareta Karê Derve, ya Amsterdamê jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk hate kirin.
Di her du çalakiyan de hate xwestin ku ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bila agahiyên zelal werin dayîn.
Di çalakiyê de doza ji bo girtina HDP’ê û betalkirina parlementeriya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî hate protestokirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî çalakiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakiya îro li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hate kirin. Di çalakiyê de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de bi nûnertiyên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hevdîtin hate kirin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî li pêşiya Eûropa Galerî çalakî hate kirin. Di çalakiyê de bêdengiya CPT û hikumeta Elmanyayê hate şermezarkirin.
[album=140130]