BI DÎMEN

Li Corunayê Rêya 3'yemîn hate nîqaşkirin, berxwedana gerîla hate silavkirin

Li bajarê Coruna yê Spanyayê paradîgmaya Rêya 3'yemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin. Di çalakiyê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ku di asta navneteweyî de tê kirin, li bajarê Coruna yê Spanyayê ji aliyê Navenda Civakî ya 'La Revolteria' ve semînerek hate lidarxistin.

Di semînerê de sîstemên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin û weke alternatîf Şoreşa Rojava û rêveberiya xweser a li dora paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk' hatiye avakirin, hate nîqaşkirin.

Her wiha Şerê Cîhanê yê 3'yemîn û paradîgmaya Rêya 3'yemîn a Abdullah Ocalan hatin nirxandin.

Di beşa dawî de jî işaret bi girîngiya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate kirin.

Di navê Navenda Civakî ya La Reolteriayê daxuyaniyek hate rayin û hate ragihandin ku haya wan ji girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û hate gotin, "Em hemû hevrêyên niha li Kurdistanê li ber xwe didin, silav dikin."

Di çalakiyê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hatin silavkirin. Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.