Li Brightonê semînera 'Konfederalîzma Demokratîk'

Ji aliyê Tora Piştgiriya Kurdan li bajarê Brighton ê Îngitereyê, semînerek bi navê "Konfederalîzma Demokratîk' hat lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku li her çar aliyên cîhanê berdewam dike, bi beşdariya Desteya Pêngavê û Tora Piştgiriya Kurdan a Brightonê ya enternasyonalîstan pêk tê, semînerek hat lidarxistin.

Semîner bi armanca balkişandina li ser pergala tecrîd, êşkence û komkujiyê ya li Îmraliyê li Friends Meeting House hat lidarxistin.

Di semînerê de bal kişandin ser esareta 26 salane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîda mutleq de tê girtin û hat gotin: "Tevî vê yekê fikrên Abdullah Ocalan bû îlhama demokrasiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, azadiya jinan û şoreşa ekolojîk."

Di semînerê de li ser têgehên Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan yên wekî "Azadiya jinan", "Ekolojî" û "Civaka demokratîk" nîqaş hatin kirin û perspektîfa Abdullah Ocalan li ser aboriyê pêş xistî û bandora wê ya li ser avaniyên kooperatîf û sendîkal ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.

Herî dawî der barê kampanyaya #Water4Rojava de agahî hatin dayîn ku ji bo sîvîlîzasyona stasyona avê ya Alûkê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatiye destpêkirin.