Li Bremen, Aûrîch û Ulmê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarên Bremen, Aûrîch û Ulmê yên Elmanyayê bi şîara ‘Bi ruhê Garê re’ Newroz hate pîrozkirin.

Bi tevlêbûna Kurdên ji Bremen, Oldenbûrg û Hambûrgê Newroz bi coş hate pîrozkirin. Mitîng nêzî HBF’a Bremenê hate lidarxistin û jinan di meşê de pêşengtî kirin.

Piştî meşê li sê cihên qada pîrozbahiya Newrozê agir hate vêxistin. Di pîrozbahiyê de li ser navê civaka Êzidî, FED-DEM, Mizgefta Saîdî Nûrsî ya Hambûrgê, Cemxaneya Bremenê axaftin hate kirin. Di axaftina de derbarê yekîtiya gelê Kurd peyam hate dayîn.

Di pîrozbahiyê de Bengî Agirî, Tûncer Yalinkiliç, Ozgur Comert û Koma Agirê Rojava stran strandin.

AÛRÎCH

Li bajarê Aûrîchê yê Elmanyayê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Gelê Aûrîchê û Meclîsa Jinan a Şehîd Zelal axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku Newroza îsal di çarçoveya pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora agir domiya.

ULM

Li bajarê Ulmê yê Elmanyaye jî i aliyê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî Newroz hate pîrozkirin. Nêzî 500 kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi meşê dest pê kir û li Munsterplatzê agirê Newrozê hate vêxistin.

Di axaftinan de zextên li ser HDP û mûxalefetê hate şermezarkirin û vekişandina hikumeta AKP û MHP’ê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.